Esengul Demîr: Em bi tevlîbûneke xurt pêşî lê bigirin

Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr bi bîr xist ku zêdeyî 8 milyon hilbijêrî dengê xwe bi kar neanîn û got, civaka ku bend danî ber faşîzmê, ji bo rawestandina wê divê tevlî dengdanê bibe.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr got, nîvê civakê nîşan da ku ew alîgirê guhertinê ye.

Esengul Demîr ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de wan peyama gel fêhm kirine û wê vê peyamê bi cih bînin. Esengul Demîr destnîşan kir ku helwesta nêzî nîvê civakê li aliyê guhertinê bû û got, "Li gel manîpulasyonên li pêvajoya hilbijartinê, gelê me gelê me ji bo hêvî û paşerojê daxwaza xwe ya ji bo serdemeke nû nîşan da."

'YÊN KU DENGÊ XWE NEDAN, DIVÊ VÊ CARÊ DENGÊ XWE BIDIN'

Demîr bi bîr xist ku di 14'ê Gulanê de tevlîbûneke xurt li dengdanê hebû, lê belê zêdeyî 8 milyon hilbijêrî dengê xwe bi kar neanîn û got, "Civakê di 14'ê Gulanê de bend danî ber faşîzmê. Em li bendê ne ku di 28'ê Gulanê de bi tevlîbûneke welê faşîzmê bi temamî rawestîne. Daxwaza me ew e ku hilbijêrên deng nedan vê carê deng bidin, xwedî li dengê xwe derkevin û wê hêzê nîşan bidin ku rejîma şexsekî hilweşînin."